Îranê li Kendava Hurmuzê sê keştî vegerandin

Muxafizên Şoreşê yên Îranê ragihand ku li Kendava Hurmuzê sê keştiyên konteynirê paşde vegerandine. Tehranê ragihand ku ew ê destûr nede keştiyên ji lîmanên girêdayî DYE û Îsraîlê derbas bibin.

Muxafizên Şoreşê yên Îranê ragihand ku wan li Kendava Hurmuzê sê keştiyên konteynirê vegerandine.

Li gorî daxuyaniya di malpera Sepah News a Mûhafizên Şoreşê hatî weşandin de, êdî destûr nayê dayîn ku keştiyên diçin lîmanên mutefîkên DYE û Îsraîlê yan jî ji ji van lîmanan tên, li kendavê derbas bibin.

Ev biryar tengasiya li herêmê hîn zêdetir kir.